Nûnerê Putin: Binpêkirinên li deverên di destê Tirkiyê de dibin qebûl nakin

Nûnerê Putîn li ser pirsa K24ê ragihand: “Binpêkirinên li deverên ku di destê Tirkiyê de ne, nayin qebûlkirin.”
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bersiva Kurdistan24 de, Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê li civîna Sochî ragihand, binpêkirinên li navçeyên Sûriyê yên di jêr destê Tirkiyê de tên kirin, nayên qebûlkirin.

Îro gera 15emîn a “Danûstandinên Astanayê” ya taybet bi krîza Sûriyê li bajarê Sochî yê Rûsyayê bi dawî bû. Piştî civînê û di dema birêveçûna konferansa rojnamevanî de, peyamnêrê Kurdistan24 pirsa binpêkirinên li dijî welatiyên sivîl yên rojan e li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyên grûpên çekdar ve tên kirin ji Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev kir.

Alexander Lavrentiev got: “Hevkarên me yên Tirk ji me re tekez kirine ku hebûna wan a leşkerî li Sûriyê demkî ye, her ku şert û mercê jîyana welatiyên Sûriyê li ser axa welatê xwe pêk bên, wê hêzên wan ên leşkerî ji van deveran derkevin.”

Herwiha got jî: “niha ev deverên di bin kontrola Tirkiyê de ne, ji ber vê yekê Tirkiye di ber hemû şert û mercên aramiyê û ji bo jîyana welatiyên Sûriyeyê li wan herêman berpirsyar e. Her û binpêkirinên li wan herêman li dijî welatiyên Sûriyeyê bên kirin, nayên qebûlkirin. Dema bûyerên bi vî rengî dibin, em Tirkiyê agahdar dikin ku ji bo rê li ber wan binpêkirinan bigirin.”