Li Iraqê zêdetir ji 300 zarok bi nifşê nû yê Koronayê ketine

Wezîrê Tendirustî û Jîngehê yê Iraqê daxwazê ji welatiyan dike, zêdetir pabendî rêkarên xweparêziyê bin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê aşkere dike, heta niha zêdetir ji 300 zarokên di bin 14 saliyê re bi nifşê nû yê vîrûsa Koronayê ketine.

Wezîrê Tendirustî û Jîngehê yê Iraqê Hesen Temîmî ragihand, dezgehên tendirustiyê heta niha zêdetir ji 300 zarokên di bin 14 saliyê re wek pêketiyên bi nifşê nû yê Koronayê tomar kirine.

Hesen Temîmî daxwaz ji welatiyên Iraqê kir, di vê rewşa tendirustiyê ya ne libar de, zêdetir pabendî rêkarên xweparêziyê bin û rênimayên qedexeya çûnûhatinê binpê nekirin.

Wezîrê Tendirustî û Jîngehê yê Iraqê diyar kir jî, di pêşerojeke nêzîk de, vaksîna dijî Koronayê digihe Iraqê.

Ev di demekê de ye, hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê li Iraqê bi ser 680 hezar kesî ketiye û zêdetir ji 13 hezar kesî canê xwe ji dest dane.