Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser binkeya Eyn Esed şermezar kir
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê, êrîşa mûşekî ya ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê yên li binkeya esmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê şermezar kir û ragihand; dubarebûn û berdewambûna wan êrîşan, bi temamî li dijî berjewendiyên Iraqê ye û aramî û seqamgîriya welat û niha û pêşeroja wî dixe metirsiyeke rasteqîn.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Ez gelek bi tundî wê êrîşa mûşekî şermezar dikim ku îro çarşemê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka li Binkeya Eyn Esed a Esmanî li parêzgeha Enbara li Iraqê kir armanc û di encamê de mutahîdekî canê xwe ji dest da. Sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyê dikim, di vê dema dijwar de hevsoz û hevxema wan im.
Dubarebûna berdewamiya gef û êrîşên li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DAIŞê ku li ser daxwaza Hikûmeta Iraqa Federal ji bo piştgîrî û hevkarîkirina li rûbirûbûna terorê li Iraqê ne, bi tevahî dijî berjewendiyên Iraqê ye û aramiya welat û niha û pêşerojê dixe metirsiyekî rasteqîn.
Bêguman Iraq di rewşa niha de hê jî pêwîstî bi berdewamiya hevkarî û yarmetîdana Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo rêgirîkirina bihêzbûna DAIŞê û ji navbirina yekcarekiya wê rêxistina terorîstiye roj bi roj gef û metirsiya wê zêdetir dibe û kirdarên serbazî û tevgerên wê yên terorîstî berfirehtir dibin.
Ez daxwaz ji hikûmet û parlamento û hêz û aliyên siyasî û pêkhat û gelên Iraqê dikim beramber van êrîşan bêdeng nemînin û rê nedin li ser hesabê berjewendî û paşeroja wan, Iraq bikin qada pêkdadan û yek alîkirina gengeşeyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.03.2021