Erdogan car din bû serokê Ak Partiyê

Recep Tayyip Erdogan ku tekane namzedê serokatiyê bû, carekê din wek serokê giştî yê AK Partiyê hate hilbijartin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê karvedanên Kongreya Ak Partiyê didomin. Di kongreyê da Erdoganê ku tekane namzedê serokatiyê bû, carekê din wek serokê giştî yê partiyê hate hilbijartin. Di lijneya rêveberiyê da li gel çend kesayetên Kurd 47 navên nû ketin lîsteyê.

Niha li Tirkiyê guhertina kabîneya wezîran di rojevê de ye. Li gorî rojnamegeran, ji bo nexşerê û politikaya nû ya Ak Partiyê diyar bibe pêdivî bi guhertina kabîneyê heye. Her wiha şîrovekarên siyasî didin zanîn, hilbijartina Kurdan bo rêveberiyê pêngavekê erênî be jî ya girîng li beramberî pirsa Kurd diyarkirina politikaya hikûmetê ye.

Li Tirkiyê Partiya Dad û Geşepêdanê (Ak Partî) ku ev 19 sal in partiya desthilatdar e, li Enqereyê Kongreya xwe ya 7an lidar xist. Di kongreyê da Serokê heyî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganê ku tekane namzedê serokatiyê bû bi temamê dengên delegeyan carekê din wek serokê giştî yê Ak partiyê hate hilbijartin Her wiha di kongreyê da Lijneya Biryar û Rêveberiya Navend ku ji 50 kesan pêk dihat bû 75 kes û 47 navên nû ketin lîsteyê. Her wiha êdî tê çaverêkirin ku piştî kongreyê di kabîneya wezîran da jî revizyon pêk were.

Li gorî rojnameger Mustafa Yilmaz, ji bo nexşerê û politikaya nû ya Ak Partiyê diyar bibe pêdivî bi guhertina kabîneyê heye.

Mustafa Yilmaz ji K24ê re ragihand: “Ji bo nexşerêya Ak Partiyê diyar bibe divê em li benda revizyona kabîneyê bisekinin. Me dît ku Ak partî bi vê kongreyê dixwaze girseya xwe biparêze. Ji loma jî navên ku dilsozê Erdogan in ketin lîsteya rêveberiyê. Jixwe Ak Partî û Erdogan bi pirsirêka baweriyê re rûbirû ne. Lê welatî û dengdêr ji gotinên bêhtir êdî berê xwe didin îcraet û cîbicîkirina wehdan.”

Li aliyê din hin siyasetmedarên Kurd jî di nav rêveberiya Ak Partiyê da cih girtin. Li gorî rojnameger Semra Polat, ev pêngavekê erênî be jî ya girîng ev e ku ew kes wê çiqas daxwaz û mafên Kurdan bînin rojevê û wê polîtîkayekê çawa bimeşînin.

Semra Polat diyar kir: “Bi rastî hilbijartina çend kesayetên Kurd ji bo rêveberiya Ak Partiyê pêngavekê erênî ye. Lewra di kongreya berê de di rêveberiyê de cih nedabûn Kurdan. Ji loma jî di proseya nû de ku behsa reform û destûra nû tê kirin ev geşedanên erênî ne. Lê helbet ya girîng wê polîtîkayekê çawa bimeşînin? Erdogan dizane ku bêyî Kurdan tişt çênabe.”

Niha di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de her kes li benda revizyona di kabîneyê de ye. Herî zêde jî li ser egera guhertina Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu û li gorî vê yekê peywendiyên Ak Partî û MHPê û politikaya heyama nû tê nîqaşkirin.