Washington bo Enqerê: S-400an ji destê xwe derxe

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar bi rêya telefonê axivîn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar bi rêya telefonê axivîn.

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (PENTAGON) bi daxuyaniyekê ragihand ku Austin û Akar ser S-400an jî axivîne û wî ji Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê xwestiye ku ew sîstema Rûsyayê ji destê xwe derxin.

Li gor daxuyaniya Pentagonê, Austin û Akar, peywendiyên dualî yên ser berevaniyê û ewlekariya hevbeş ya di bin banê NATO de peyivîne.

Daxuyanî dide zanîn ku Austin ji ber rola Tirkiyê ya li Afganistanê ya ser pêvajoya aştiyê spasiya Akar kiriye.

Herdu wezîr li ser kêmkirina girjiya li rojhilata Derya Sipî, danûstandinên di navbera Yunanistan û Tirkiyê de jî peyivîne.

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê jî diyar kir ku Austin û Akar ser ewlekarî û hevkariya berevaniyê axivîne. Lêbelê Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyê de li ser S-400an ti şirove nekiriye.