Mesrûr Barzanî bi Berpirsê Desteya Siyasî yê Tevgera Sedir re pêwendiyeke telefonî encam da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî ligel Berpirsê Desteya Siyasî yê Tevgera Sedir Dr. Nesar Rubey encam da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî ligel Berpirsê Desteya Siyasî yê Tevgera Sedir Dr. Nesar Rubey encam da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de spasiya piştgiriya serkirdayetiya Tevgera Sedir ji bo derbaskirina yasaya budceya federal a Iraqê kir.

Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku derbaskirina vê yasayê, bibe hewlek ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyên di navbera Hikûmeta Fedral û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê.