Mesrûr Barzanî: Pesendkirina budceya 2021an ji Herêma Kurdistanê re pêngaveke girîng e

Pesendkirina budceya 2021an ji Herêma Kurdistanê re pêngaveke girîng e
null
null

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7.4.2021an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, pesendkirina budceya Iraqê ya sala 2021an ji Herêma Kurdistanê re pêngaveke girîng e.

Pêwendiyên Hewlêr - Bexda

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Em pabendiya xwe bi Hikûmeta Federal re radigihînin û em li bendê ne ku Hikûmeta Federal jî pabendiya xwe bi piştkê Herêma Kurdistanê rabigihîne."

Mesrûr Barzanî derbarê dabirîna ji mûçeyê de diyar kir, “Sê jêderên me yên dahatê hene, dahata Bexdayê, dahata petrolê û dahata ne petrolê, lê belê qerz û pabendiyên me yên din hene, qerzê bankê û 250 hezara bermîl petrol rojane bo kompanya Somo û nîvê dahatên ne peterolê ji Hikûmeta Federalî re dibe, divê were berawirdkirin ka dahat çend e û çi ji bo Hikûmeta Federalî tê dayîn û ew çendî dişînin.”

Herwiha got: “Daxwaza me ji Hikûmeta Federalî ew e, wan xalan li ber çav bigirin û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê wek xwe bişînin.”

Rêkarên taybet bi Koronayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rêkarên Koronayê de ragihand, “Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê heye û ew biryarê didin. Lê belê ya giring ew e ku divê xelk xwe biparêzin û erk û berpirsyariya mezin li ser milên wan ne. Heger welatî xwe biparêzin, hikûmet neçar nabe ku cihên giştî bigire. Daxwaz ji welatiyan dikim ku xwe biparêzin, ji bo bi serkeftî rûbirûyî vê nexweşiyê bibin.”

Guftûgoya stratejî ya  Bexda - Washingtonê 

Li ser pirsa guftûgoya stratejî ya di navbera Bexda û Washingtonê de, Mesrûr Barzanî got: “Hîna metrisiya terorê li ser Iraqê berdewam e, mana Hevpeymaniya Navdewletî bi girîng dizanin. Wek Herêma Kurdistanê, em nêrîna xwe pêşkêş dikin û wek beşek ji aliyên Iraqê beşdarî wan civînan dibin.”

Kabîneya Nehem û Çaksazî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser çaksaziyê kiriye û dahat zêde kirine, lê belê du sedem bandorê li ser kêmbûna dahatê dikin. Yek nexweşiya Korona ye û ya din jî, li hin xalên sînorî kar bi awayekî rêkûpêk nebûye û hemû fişarekê din ji bo ew bêne rêkxistinkirin û li gor rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin.”

Herwiha got: “Em pabend in bi çaksaziyê û tê de berdewam in. Ez û Hikûmetê bi wê soza ku me daye welatiyan pabend in û destkeftiyan bi data û amar pêşkêş dikin.”

Mesrû Barzanî tekez kir, “10 meh in Hikûmeta Federalî ti mafên darayî yên Herêma Kurdistanê neşandine. Bi wê çaksaziya ku kabîneya nehem kiriye, me karî mûçeyan pê dabîn bikin û îdareya xwe bikim û projeyan jî encam bidin.”

Navçeyên Kurdistanî

Derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Madeyeke destûrê heye ew jî madeya (140) ye. Em her dem amade ne ji bo cibicîkirina wê madeyê, lê mixabin Hikûmeta Federalî heta niha di wê pirsê de bi pêş de nehatiye. Hin çareseriyên bilez ji bo rûbirûbûna gefên terorê hene, wek nimîne, hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de.”

Rêkeftina Şingalê

Li ser rêkeftina Şingalê, Mesrûr Barzanî diyar kir, “Heta niha rêkeftina Şingalê jî cibicî nebûye ku me li gel Bexdayê li ser li hev kiriye. Astengî ji bo cibicîkirina wê hene. Aliyek heye rêgiriyê li cibicîkirina wê rêkeftinê dike.”

Herwiha got: “Her cure nêzîkbûn di navber Hewlêr û Bexdayê de, ji hemû xelkê Iraqê re dibe destkeft, ne tenê ji hikûmet û kesekî re. Pirsgirêkên teknîkî tune ne, belkû pirsgirêk siyasî ne.”