Endamê Komîteya Şêwirmendiya PDK-S Aladîn Hemam koça dawî kir

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand ku Endamê Komîteya Şêwirmendiya PDK-S Aladîn Hemam li Almanyayê koça dawî kir.
Endamê Komîteya Şêwirmendiya PDK-S Aladîn Hemam
Endamê Komîteya Şêwirmendiya PDK-S Aladîn Hemam

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand ku Endamê Komîteya Şêwirmendiya PDK-S Aladîn Hemam li Almanyayê koça dawî kir.

PDK-S bi daxuyaniyekê, koça dawî ya Aladîn Hemam ragihand û diyar kir: “Em bi dilekî  xemgîn nûçeya koça dawiyê ya têkoşer û  şervanê wêrek, rehmetî Aladîn Hemam -Xwedê rehma xwe lê bike- îlan dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Aladîn yek ji girîngtirîn sembolên partiya me û tevgera me ya rizgarîxwaz a Kurd li herêma Kobanî bû û endamê desteya şêwirmendiya Partiya me ya Demokrat a Kurdistan – Sûriya (PDK-S) bû.”

PDK-S eşkere dike: “Çûyîna wî ji bo partiya me û tevgera me ya rizgarîxwaz a Kurd li Kobanî xesaretek mezin bû. Di demekê de ku em xwe sersaxiyê dikin, em sersaxiyên xwe yên ji dil ve li hemî malbata wî û hemî hezkiriyên wî dikin û em ji Xwedê hêvî dikin, ku ew bi rûmet û bilind be, ku miriyê me bi dilovaniya wî û di bihuştê de cih bigre û sebr û aramiyê ji me û hemî evîndarên wî re bide.”