Serok Barzanî di 34 saliya kîmyabarana devera Balîsan û Şêx Wesan de peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî îro înê 16ê Nîsana 2021ê di salvegera 34 saliya kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesan de peyamek belav kir.
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro înê 16ê Nîsana 2021ê di salvegera 34 saliya kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesan de li ser hesabê xwe yê fermî yê li Twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Hemû bostekê axa Kurdistanê şahîdê mezlûmiyet û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Di bîranîna sih û çar saliya tawana kîmyabarankirina devera Balîsan û Şêx Wesanan de hezaran silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdên wan tawanan û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînin.”