Çend karwanên din ên vaksîna Koronayê digihin Herêma Kurdistanê

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed eşkere kir ku di demeke nêz de çend karwanên din ên du cûre vaksîna Koronayê dê bigihin Herêma Kurdistanê.
Li Hewlêrê binkeyeke vaksînkirinê
Li Hewlêrê binkeyeke vaksînkirinê

Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed eşkere kir ku di demeke nêz de çend karwanên din ên du cûre vaksîna Koronayê dê bigihin Herêma Kurdistanê.

Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand: “Di vê hefteyê de karwaneke din a vaksîna Sinopharm digihe Herêma Kurdistanê, herwiha hefteya bê karwaneke din a vaksîna Pfizer dê bigihe ku hezar û 170 derzî vaksîn e.”

Mihemed diyar kir: “Hatina vaksîna Pfizer bo Herêma Kurdistanê bi dema heşt hefteyan dibe, Navenda Rizgarî ya li Hewlêrê, di nava van heşt hefteyan de şeş car dê werbigre, niha karwanek wergirtiye û hemû vaksînan hatine bikaranîn.”

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê destnîşan kir: “Ji karwana bê ya vaksînê, beşek dê ji navçeyên Koye û Soranê werin dayîn.”

Herwiha diyar kir: “Bi giştî li sînorê parêzgeha Hewlêrê 19 hezar û 500 derzî li ber dest bûn, nêzîkî 15 hezar derzî hatine bikaranîn û prose berdewam e.”

Dr. Dilovan Mihemed got: “Vaksîna Pfizer daxwazeke zêde li ser bû û di heman demê de jî hejmara wê kêmtir bû, loma niha li Hewlêrê nemaye, tenê hinek li Soranê maye.”