Li Herêma Kurdistanê 12 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 645 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 645 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 645 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 82 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 487 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 415 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 96 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 214 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 138222

Mirin: 3869

Başbûn: 116916

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.