Serokwezîrê Herêmê pêşwazî li Serokê Tîma lêkolînên Navdewletî di tawanên DAIŞê de kir

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêngavên proseya dadgehkirina tawanbarên DAIŞê de hatin kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Nîsana 2021ê, pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî di Tawanên DAIŞê de (UNITAD) Kerîm Esed Ehmedxan kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêngavên proseya dadgehkirina tawanbarên DAIŞê, hevahengiya desthilatên dadweriyê û dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hewlên amadekirina proseyeke taybet bi dadgeha tawanan a taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma UNITAD pesnê hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştevaniya Serokwezîr ji kar û erkên tîma UNITAD û sîstema dadweriyê kir û ezmûna Herêma Kurdistanê jî di vî warî de bi nimûneyeke serkeftî li navçeyê bi nav kir.