Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1277 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1277 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1277 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 256 kes li Hewlêrê, 325 kes li Silêmaniyê, 606 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 59 kes li Germiyanê û 17 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 716 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 88 kes li Hewlêrê, 213 kes li Silêmaniyê, 354 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 47 kes li Germiyanê û 10 kes jî li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 140573

Mirin: 3890

Başbûn: 118168

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.