Li Rojavayê Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên dawiyê yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 8 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 155 kes bi Koronayê ketine û 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî, di 24 demjimêrên borî de 20 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14436 kesan, ji wan 1476 kes baş bûne û 477 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.