Li Rojavayê Kurdistanê 10 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 141 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 141 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 141 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 38 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 19 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 7 kes li Amûdê, 3 kes li Girkê Legê, 3 kes li Cil Axa, 2 kes li Til Temir, 32 kes li Reqayê, 1 kes li Şehbayê û 8 kes li Kampa Rojê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14822 kesan, ji wan 1506 kes baş bûne û 495 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.