Li Herêma Kurdistanê 1109 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1109 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1109 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1109 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 259 kes li Hewlêrê, 248 kes li Silêmaniyê, 517 kes li Duhokê, 78 kes li Germiyanê û 7 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 921 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 105 kes li Hewlêrê, 317 kes li Silêmaniyê, 411 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 70 kes li Germiyanê û 11 kes jî li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 147140

Mirin: 3970

Başbûn: 123750

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.