HDP û CHP rexneyan li plana mafên mirovan a hikûmetê dikin

Li Tirkîyê nîqaşên li ser Plana Çalakîyê ya Mafên Mirovan didomin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkîyê nîqaşên li ser Plana Çalakîyê ya Mafên Mirovan didomin. Wezareta Dadê li ser malpera xwe teqwîma cîbicihkirina planê eşkere kir. Lê belê mixalefeta li Tirkîyê ji cîbicihkirina planê bi şik û guman in. CHP bi raporekê eşkere kir, ji roja Plana Mafên Mirovan hatîye amadekirin û vir ve her roj bi dehan mafên civîn, meş û xwepêşandinê û azadîya îfade û ramanê hatiye binpêkirin.

Piştî ku Plana Çalakîyê ya Mafên Mirovan bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin, Wezareta Dadê li ser malpera xwe teqwîma cîbicihkirina planê eşkere kir. Tê plankirin ku ji 393 xebatên çaksazîyê wê 285 heb di demên dîyarkirî da, di nava salekê da bê cîbicihkirin. Lê belê mixalefet ji cîbicihkirina planê bi şik û guman e.

CHP bi raporekê eşkere kir, ji roja Plana Mafên Mirovan hatîye amadekirin û vir ve her roj bi dehan mafên civîn, meş û xwepêşandinê û azadîya îfade û ramanê tê binpêkirin.

Cîgirserok û Berpirsa Mafên Mirovan a CHPê Gûlizar Biçer Karaca got: “Plan diviyabû pêşî li binpêkirinên mafan bigirta, lê em dibînin ku binpêkirin kêm nebûne. Rejîma qesrê bi salan e bi awayekê sistematik makezagon û peymanên navdewletî binpê dike û cîbicih nake. Heta niha derbarê planê da çi gotibin berovajî wan tiştan qewimîne. Ji loma em bawer nakin ev plan birêkûpêk bê cîbicihkirin.”

Li alîyê din rêveberên HDP jî dide zanîn, dîyarkirina teqwîma cîbicihkirina planê bes ji bo başkirina peywendîyên bi Amerîka û Yekîtîya Ewropayê ye û wê tu encamên wê yên erênî li ser demokrasîya Tirkîyê tune bin.

Rêveberê HDP û Hiqûqnas Dogan Erbaş ji K24ê got: “Piştî eşkerekirina Plana Mafên Mirovan li dijî HDPê doza girtinê hat vekirin. Her wiha bi doza Kobanîyê dixwazin sîyaseta demokratîk tesfîye bikin. Li alîyê din desthilat bi biryarname û giştînameyan Tirkiyê birêve dibe. Demokrasî û mafên mirovan bi gotinan nabe, divê werin cîbicihkriin. Xuya ye desthilaty ji bo peywendîyên bi Amerîka û Ewropayê pêngavên wiha davêje.”

Li alîyê din li gorî rapora Komîsyona Mafên Mirovan a CHPê, piştî plana mafên mirovan li Tirkiyê 64 binpêkirinên mafên civîn, meş û xwepêşandanê, 96 car azadîya çapemenî û îfadeyê û 101 caran mafê jîyanê hatîye binpêkirin û di nava mehekê da 42 rojnameger hatine darizandin û derbarê 2 rojnamegeran da jî lêpirsîn hatîye vekirin