Brîtanya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wezareta Pêşmerge bilind dinirxîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Brîtaniyayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5.5.2021ê pêşwazî li şandeke bilind a Brîtaniyayê bi serokatîya Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Brîtanya bo Karûbarên Rojhilata Navîn Marşal Sammy Sampson kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtaniya li Iraqê Stephen Hickey jî amade bû, guftûgo derbarê guhertinên vê dawîyê yên Iraqê û deverê û xurtkirina pêwendiyên di navbera Brîtaniya û Herêma Kurdistanê de hat kirin

Şanda Birîtanî pabendbûna Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî bi piştevanîkirina li hêzên Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, dubare kir. Tekezî li ser girîngiya aktîvkirina hemahengiya ewlekariyê ya di navbera artêşa Îraqê û Pêşmerge de bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin, da ku sînor û rê li ber gefên terorîstên DAIŞê were girtin.

Di vê kombûnê de şandeya Brîtanî çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Wezareta Pêşmerge bilind nirxand.