Beşar Esed nameyek ji Serokwezîrê Iraqê re şand

Serokê Komara Sûriyê Beşar Esed nameyek arasteyî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Falih Feyaz û Beşar Esed
Falih Feyaz û Beşar Esed

Hewlêr (K24) – Serokê Komara Sûriyê Beşar Esed nameyek arasteyî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Nameya Beşar Esed ji aliyê Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz ve bo Mistefa Kazimî hate gihandin.

Li gor zanyariyên medyayî, di nameyê de behsa pêwendiyên her du aliyan û mijarên cihê girîngiyê û zalbûna bi ser terorê de hatine kirin.

Di beşeke din a nameyê de Beşar Esed behsa rewşa navçeyê û çawaniya bihêzkirina pêwendiyên Bexda û Şamê kiriye.