Wezareta Tendirustiyê amarên herî dawî yên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 717 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 717 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 717 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 211 kes li Hewlêrê, 199 kes li Silêmaniyê, 263 kes li Duhokê, 39 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de  1179 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 288 kes li Hewlêrê, 371 kes li Silêmaniyê, 457 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 47 kes li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 155668

Mirin: 4088

Başbûn: 134471

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.