Rêxistina Mafên Mirovan: Tirkiye nifşekî îslamî ya radîkal li Efrînê ava dike

“Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdaran bi armanca têkdana çand û nasnameya kurdbûna Efrînê, bi awayekî zêde mizgeftan û navendên olî yên Îslamî dirust dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigihîne, bi armanca têkdana çand û nasnameya kurdbûna Efrînê, Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdaran bi awayekî zêde mizgeftan û navendên olî yên Îslamî dirust dikin û hewl dide nifşekî radîkal ava bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi vê ji destpêka dagîrkirina Efrînê ve di Adara 2018an de, bi armanca avakirina nifşekî li ser îdolojiya îslamînîzmê ya radîkal û tundrew, sîstema perwedehiyê û mamosteyên guhartine û bi taybet di qonaxa perwedehiya seretayî de.

Wê rêxistinê diyar kir, hikûmeta Tirkiyê ya dagîrker sîstema perwerdehiyê ya li ser bingeha îslamînîzm û bîr û baweriyên Îxwan Mislimîn ya radîkal li dibistanan daniye, ew sîstem jî li dijî bingehên perwedehiyê yênn zanistî û navdewletî ne û heta li Tirkiyê bi xwe jî ew sîstem di proseya perwerdehiyê de neyê bikaranîn.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje: “Hikûmeta Tirkiyê bi bihaneyên cuda piraniya mamosteyên kurd ji kar derxistine û li şûna wan erebên navçeyên cuda ên Sûriyê yên li Efrînê hatine bicihkirin erkdar kirine, bêyî ku ti bawernameyên wan ên zanistî û yên rê didin ku karê perwedehiyê bikin hebin.”

Herwiha diyar kir, piraniya mamoste û rêveberên dibistanan yên hatine erkdarkirin, pêwendiyên wan rêxistinên teroristî yên wek Desteya Tehrîr El-Şam, Ceyş El-Îslam û DAIŞê hebûn.

Rêxistina Mafên Mirovan di raporta xwe de destnîşan dike, li gor sîstema perwerdehiyê ya cîhanî, divê di hefteyê de 2 demjimêram waneyên olî li dibistanan werin dayîn, lê li dibistanên Efrînê di hefteyê de 7 waneyên ola îslamê tên dayîn, ev yek jî ji bilî waneyên din ên girêdayî bi jiyana Pêxember û xwendina Quranê û fetweyên olî.

Rêxistina Mafên Mirovan hişyariyê dide û dibêje, zêdekirina dersên olî yên îslamî li dibistanan, dê bihêle ku nifşekî li ser bîr û baweriyên radîkal û tundrew derkeve, ev jî ji çanda Îxwan Mislmîn e.

Herwiha diyar kir, li şûna ku hikûmeta Tirkiyê dibistanên ku di dema êrîşa li ser Efrînê de hatine hilweşandin nûjen bike, 45 dibistan kirine baregehên leşkerî. Herwiha li şûna dibistanan jî, mizgeft û navendên lezberkirina Quranê bi awayekî zêde ava dike.