Efrîn.. 3 xortên Kurd ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê rêjeya revandina welatiyên Kurd û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, her diçe zêde dibe.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî roja 19ê Adarê 2 xort (Îsam Mistefa Mihemed û Mistefa Eyob Hiso) li bajarê Efrînê revandin.

Diyar kir jî, ew her du xort pêştir ji aliyê grûpên çekdaran ve hatibûn revandin 3 salan di zîndana Raî de mabûn û bi biryara Dadgeha Leşkerî hatibû berdan.

Ji aliyekî din ve jî, grûpa çekdar a bi navê Ewlehiya Siyasî roja 21ê Adarê xortê bi navê Bekir Emîn dema ji ahenga Newrozê vedigeriya Efrînê, li ser rêbenda taxa Mehmûdiyê hat revandin.

Çar sal di ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibin, heta niha jî zêdetir 8 hezar welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin ji jî wan nayê zanîn.