Li Herêma Kurdistanê 11 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 797 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 797 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 797 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 247 kes li Hewlêrê, 307 kes li Silêmaniyê, 139 kes li Duhokê, 83 kes li Germiyanê û 21 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokêû 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 879 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 306 kes li Hewlêrê, 163 kes li Silêmaniyê, 354 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 161327

Mirin: 4168

Başbûn: 144740

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.