Efrîn.. Çekdaran dest danîn ser 15 hezar darên zeytûnan

Grûpên çekdaran ji bilî destdanîna li ser bi sedhezaran darên zeytûnan, zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpeke çekdar a ser bi Tirkiyê ve dest danîn ser 15 hezar darên zeytûnan ên cotkarên gundekî Efrînê.

Rêxistina Mafên Mirovanê li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên grûpa çekdar a bi navê Semerqend li gundê Kefir Sefrê yê li navçeya Cindirêsê dest danîn ser 15 hezar darên zeytûnan cotkarên gund.

Berî hefteyekê jî çekdarên wê grûpa ser bi Tirkiyê ve 3 hezar û 500 darên zeytûnê yên xelkê gundê Kefir Sefrê desteser kiribûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, grûpên çekdaran ji bilî destdanîna li ser bi sedhezaran darên zeytûnan, zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne.