Herêma Kurdistanê û Iraq daxwaz ji Tirkiyê dikin birîna daristanên sînorî rawestîne

Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê birîna daran ji aliyê Tirkiyê ve bi karekî “dijminane” bi nav dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaz ji Tirkiyê dikin birîna dar û daristanên sînorî yên devera Badînanê rawestîne.

Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di daxuyaniyeke hevbeş de, daxwaz ji Tirkiyê dikin birîna dar û daristanên sînorî yên devera Badînanê rawestîne û dibêjin, ev karekekî dijminane û li dijî mirovahî û jîngehê ye.

Herwiha her du wezaretên çandiniyê daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî dikin, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hevkar bin.

Pêştir jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê komîteyek ji bo lêkolînkirina di pirsa birîna daristanan ji aliyê Tirkiyê ve pêk aniye.