Keştiya herî mezin a Îranê noqî avê bû

Li gor medyaya Îranê, agir li keştiyeke ser bi hêzên deryayî yên Îranê ket û piştî hewldanên rojekê ji bo temirandina agir, keştî kete bin avê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor medyaya Îranê, agir li keştiyeke ser bi hêzên deryayî yên Îranê ket û piştî hewldanên rojekê ji bo temirandina agir, keştî kete bin avê.

Artêşa Îranê bi daxuyaniyekê ragihand; keştiya herî mezin a şer a Îranê, piştî agir pê ket, li kendava Ummanê noqî avê bû.

Daxuyaniya artêşa Îranê ku televîzyona fermî ya Îranê belav kiriye, ragihand; piştî ku agir bi keştiya Xerc ketiye, bîst saet hewl dane ku agir bitemirînin, lê tevî hemû hewldanan keştî bi yekcarî ketiye bin avê.

Li ser vê mijarê ajansa nûçeyan a Fars ragihandiye; hewldaneke mezin ji bo rizgarkirina keştiyê hatiye dayîn, lê belê dawiya dawî noqî avê bûye û hemû kesên di keştiyê de bi silametî jê derketine.

Ajansa Reutersê jî diyar kiriye ku bûyera şewata di nav keştiyê de di saet 2:25ê şevê dest pê kiriye û karmendên agirkuj nekarîne şewatê bitemirînin.