Wezareta Pêşmerge: PKKê bê bihane êrîşî ser hêza Pêşmerge kir

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniya xwe ya duyem derbarê êrîşa PKKê li ser Pêşmerge belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniya xwe ya duyem derbarê êrîşa PKKê li ser Pêşmerge belav kir û ragihand, karwanekr hêza Pêşmerge rastî êrişa hêzeke PKK û destdirêjiyeke bê bihane hat û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de ragihand, “Îro 5ê Hezîrana 2021ê li çiyayê Metîn – sînorê qezaya Amêdiyê de, karwaneke hêza Pêşmerge rastî destdirêjiyeke PKKê ya bê bihane hat û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”

Wezareta Pêşmerge dibêje: “Di vê êrîşê de hêzên PKKê çekê sivik û giran bi kar anîne, di demekê de ku çûna hêza Pêşmerge ji bo wê deverê bi armanca parastina ewlehî û aramiyê bû, wek her devereke din a sînorî ya Herêma Kurdistanê, hêza Pêşmerge bi mafê xwe dizane ku lê tevbigere û sengersaziyê bike.”

Di beşeke din daxuyaniyê de hat: “Ji vir ve daxwaz dikin ku Hikûmeta Iraqê di bilez were ser xetê û rê li ber hatina leşkeran Tirkiyê û êrîşên wê bigire. Herwiha daxwaz ji hêzên PKKê dikin, rêzê li serweriya xaka Kurdistanê bigire û şer ji navmala Kurd û Herêma Kurdistanê dûr bixe.”

Wezareta Pêşmerge tekez dike: “Em di Wezareta Pêşmerge de, vê êrîşê şermezar dikin û hişyariyê jî didin ku rewşa hestiyar a Herêma Kurdistanê naxwaze rewşeke wiha pêk were û divê PKKê û hemû êrîş û destdirêjiyên xwe li ser Herêmê û hêza Pêşmerge rawestîne ku niha erkê sereke yê Pêşmerge parastina axa Herêmê û jinavbirina terorîstên DAIŞê ye.”

Di dawiyê daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat: “Em pirse û sersaxiyê li xwe û li malbatên şehîdan ên serbilind ên vê êrîşê re dikin û başbûna bilez ji birîndaran re dixwazin.”