Netewên Yekgirtî êrîşa li ser Efrînê şermezar dike

Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê: Divê aliyên krîza Sûriyê pabendî yasayên mirovî yên navdewletî bibin û sivîlan biparêzin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê şermezar kir û got, divê aliyên krîza Sûriyê pabendî yasayên mirovî yên navdewletî bibin û sivîlan biparêzin.

Nûnerê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê ya ku di encamê de welatiyên sivîl û karmandên tendirustiyê bûn qurbanî û beşek ji wê nexweşxaneyê hilweşiya şermezar kir.

Geir Pedesen tekez kir, divê ev êrîşên metirsîdar li ser welatiyên sivîl û jêrxaneya bajaran were rawestanin. Herwiha got: “Divê aliyên şer li Sûriyê, pabendî yasayên navdewletî û mirovî bibin û sivîlan biparêzin û divê kes û aliyên tawan bi dermafê sivîlan kirine werin dadgehkirin.”

Şandeyê Navdewletî diyar kir, tundûtûjiya li Sûriyeyê û êrîşa li ser nexweşxaneya li Efrînê nîşan dide ku pêwîst e agirbesteke berfireh li tevahiya welêt bê ragihandin û dest bi bicihanîna biryara Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî (2254) bê kirin.

Roja 12ê Hezîranê hejmarek mûşek li taxên sivîl û nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê ketin û di encamê de 20 kesên sivîl şehîd bûn û derdora 40 kesî jî birîndar bûn.

Efrîn ji meha Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di ber vê êrîşê de berpirsyar dibîne.

Ji aliyê xwe ve jî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di twîttekê de ev tometa Tirkiyê red kir û got, hêzên HSDê bi ti awayekî di ber êrîşa trajîk a li ser nexweşxaneya Efrînê de ne berpirsyar e û tekez kir, armanckirina nexweşxaneya, binpêkirina yasaya navdewletî ye.