Mesrûr Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê kir

Di hevdîtinê de guftûgo derbarê hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9/6/2021 pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib Muxîf kir.

Di hevdîtinê de guftûgo derbarê hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de di warê rêkxistina sektora bankê û rêgirtina li sipîkirina pereyan û bikaranîna xirap a pereyan bo karên ne yasayî û piştevaniya terorê hate kirin.

Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê tekezî li wê kir ku Banka Navendî serederiyê bi Liqa Herêma Kurdistanê ya Banka Navendî ya Iraqê re dike ku bingeha Hewlêrê ye, wek aliyekî fermî yê pêwendîdar û taybet di serperiştîkirina karûbarên bankî li Herêmê de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî nîşandana amadehiya her hevkarî û hevahengiyekî bi Banka Navendî re, tekez kir ku rêkxistina sîstema bankî dikare bibe bingeheke girîng û bihêz ji bo pêşxistina jêrxaneya aborî û pêşxistina proseya werberhênanê û bidestanîna baweriya bank û dezgehên darayî yên navdewletî.