Li Tirkiye û Bakur Heyama asayîbûnê ji 1ê Tîrmehê ve dest pê dike

Biryar e hemû qedexeyên derketina derve û sînordarkirinên li ser kargeh û dikanan bê rakirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiye û bakur ji 1ê Tîrmehê û şûnde heyama nû ya asayî dest pê dike. Biryar e hemû qedexeyên derketina derve û sînordarkirinên li ser kargeh û dikanan bê rakirin. Tîma K24ê li Enqere paytexta Tirkiye, guh da welatî û esnafan. Li gor beşek mezin welatîyên Enqereyê, ger hikûmet ji serî ve tevdîrên pêwîst bigirta û xebatên vaksînkirinê bi rêkûpêk pêk bianîya, rewş evqasî xirab nebûya. Herwiha beşekî endîşe û metirsîyên xwe yên ji bo varyantên nû yên Koronayê tîn in ziman û banga vaksînkirinê li welatîyan dikin.

Di çarçoveya têkoşîna pandemîya vayrosa coronayê da ji 1ê Tîrmehê û şûnde li tevahîya bajarên Tirkiye û bakur heyama nû ya normal dest pê dike. Li gorî vê yekê, wê hemû qedexeyên derketina derve bê rakirin, dikan û kargehên girtî bên vekirin, sînordarkirinên çûnûhatina bajaran bê rakirin û li sazîyên dewletê karûxebat vegere wek mesaîya normal.

Li gorî beşekî mezin welatîyên Enqereyê, ger hikûmet ji serî ve tevdîrên hewce bigirta û xebatên vaksînkirinê birêkûpêk pêk bianîya wê berîya çend meh ev proseya normalîzasyonê dest pê bikira û welatî û esnaf jî wê evqasî neketina tengasîya aborîyê.

Xebatkar Ahmet Demîr: “Îsal û nîvekê ye êdî em ji her tiştî acis bûn. Hikûmet dikaribû berîya çend mehan tevdîrên hewce bigirta. Lê ev prose bi derengî ket. Gelek esnaf û welatî ketin tengasîyê. Milet êdî jic anê xwe bêzar bû.”

Welatî Esma Çiçek: “Di heyama qedexeyan da esnaf û xebatkarên me pir ketin tengasîyê. Bi heyama nû wê rewş ji bo wan jî baş bibe. Psîkolojîya me jî têk çû, livûtevgerdarîya me teng bû. Bila bo welatê me baştir bibe.”

Welatî Mehmet Korkmaz: “Ez esnaf im. Rewşa min nebaş e. Rewşa ji sedî 90ê esnafan ne baş e, her kes top avêt. Psîkolojîya me hemûyan têk çûye. Em li nexweşxaneyan li beşên psîkolojîyê cih nabînin. Dewlet tu piştgirî neda me. Pirsgirêkên me çareser nekir. Pandemî bidawî bibe jî wê nexweşîya derûnîyê dewam bike.”

Beşekî welatî li gel ku ji heyama nû ya normal kêfxweş in endîşe û metirsîyên xwe yên ji bo varyantên nû yên coronayê tînin ziman û bang li welatîyên kul i dijî vaksînê ne dikin.

Welatî Yakup Acar: “Heyama asayîbûnê tiştekî gelekî asayî ye. Em ê bi vê yekê hinekê din rehet bibin û bêhnekê fireh bistînin. Lê ev yek bi xwe ra xetereyekê jî tîne. Dibe ku bi varyantên nû ber bi payîzê ve rewş xirabtir bibe û ji kontrole derkeve. Ji loma jî divê her kes vaksînê li xwe bixe.”

Welatî Mine Arma: “Qedexe tiştekê asayî bû. Niha wê gelek qedexe rabin, baş dixuye, lê ez dîsa jî bi endîşe me. Ez 2 doz vaksîn bûm. Divê her kes vaksîn bibe da vayros ji nûve belav nebe.”

Nihal i Tirkiyê kesên temenê wan ser 18 salî ne dikarin randevuya xwe bigrin û vaksîna Biontech an jî Sinovacê lixwe bidin. Li gorî amarên 29ê Hezîranê ya Wezareta Tendurustîyê, bi giştî nêzî 49 mîlyon vaksîn hatîye kirin, jê 34 mîlyon doza ewil, 15 mîlyon jî doza duyem bûne. Ji xeynî hejmara penaber û koçberan nifûsa Tirkiyê 83 mîlyon û 614 hezar e.