Şandeke CHPê serdana Diyarbekirê dike

Piştî asayîbûna jiyana rojane li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, partiyên opozisyonê jî dest bi zêdekirina kar û xebatên siyasî kirin.
Şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP)
Şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP)

Diyarbekir (K24) - Piştî asayîbûna jiyana rojane li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, partiyên opozisyonê jî dest bi zêdekirina kar û xebatên siyasî kirin. CHP li Diyarbekirê  serdana saziyên sivîl, dikandar û aliyên cuda dike.

Şandeke Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku ji 2 Cigirên Serokê Giştî, 3 endamên Meclîsa Navendî ya wê partiyê û 15 parlamenteran pêk tê, ji bo serdanan hatine Diyarbekirê. Şandê ragihand ku pirsgirêkên Tirkiyeyê hatine asteke xeternak û ew jî hewl didin ku pirsa Kurd jî di nav de, bi guhdarîkirina welatiyan pirsgirêkan destnîşan bikin û çareseriyan jî peyda bikin.

Seroka Şandê Cîgira Serokê Giştî ya CHPê Gulîzar Bîçer Karaca da zanîn ku hişmendiyeke ji agahbûna pirsgirêkên civakî dûr li Tirkiyeyê li ser desthilatê ye û ew dixwazin bi van serdan û pêwendiyan, li gor rastiya pirsgirêkan çareseriyan peyda bikin. Bal hat kişandin ku pirsa Kurd jî pirseke sereke û girîng e û CHP bibiryar e ku bi danûstandinan û li Parlamentoya Tirkiyeyê çareser bike.

Şanda CHPê dê 2 roj li tax û navçeyên Diyarbekirê serdana saziyên sivîl, dikandar û aliyên cuda bike û agahiyên ku berhev bikin jî dê li meclîsa navendî binirxînin.