Hîzbullaha Iraqê gefê li hêzên Amerîkî dixwe
Hewlêr (K24) – Berpirsê Ewlehiyê yê Ketayîbê Hîzbullaha Iraqê Ebû Elî Eskerî dibêje ku ew ê bersiveke dijwar bidin êrîşên esmanî yên Amerîkayê.
Ebû Elî Eskerî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Şerkirina li dijî artêşa dagirkeran biryareke bi temamî iraqî ye û ti aliyekî derve destwerdanê tê de nake û heta vekişîna serbazê herî dawî yê hêzên dagirkeran ji welatê me, vegera ji biryarê tune ye.”
Eskerî eşkere kir: “Armancgirtina nûnerên dîplomasiyê ji aliyê Bereya Muqawemeya Iraqê ve karekî redkirî ye û biryara Iraqê ew e ku nabe bi ti awayî êrîşî nûnertiyên welatan were kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de diyar kiriye: “Divê dijmin ji peyamê fêm bike, bersivdan dê gelek dijwar be û em ê êrîşên xwe li ser çend xalek berfireh bikin ku nehatibe xeyala wan jî, herwiha em ê pîvana gurza xwe bo qonaxekê zêde bikin ku vegera jê nîne.”