Mesrûr Barzanî û Ehmed El-Cerba rewşa Sûriye û navçeyê guftûgo dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Serokê Bereya Aştî û Azadiyê Ehmed El-Cerba kir.
Di hevdîtinê de pêşhat û guhartinên dawiyê yên Sûriyê û navçeyê û hewlên civaka navdewletî ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê û pêwendiyên di navbera hêzên siyasî yên Kurdistana Sûriyê û opozîsyona Sûriyê hatin goftûgokirin.
Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî dadperwerane hate kirin ku di berjewendiya pêkhatên cuda yên Sûriyê de be.