Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorî ya li Bexdayê bi tundî şermezar dike

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê amade ne her hevkariyeke bijîşkî ya pêwîst pêşkêş bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistsanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşa terorî ya li Bexdayê ya tê de bi dehan welatî bûn qurbanî bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de sersaxiyê arasteyî malbatên qurbaniyan dike û dibêje: “Sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikim û hevbeşê xema wan im, hêviya başbûna bilez ji birîndaran dixwazim. Xwedê mezin giyanê şehîdan bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbatên wan.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê amade ne her hevkariyeke bijîşkî ya pêwîst pêşkêş bikin û pêşwazî li birîndaran bikin.

Şeva borî Li bazareke devera Sedir a Bexdayê teqînek çêbû, li gor zanyariyên destpêkê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan ku ji wan 2 kes zarok in û bi dehan kes jî birîndar bûn.