Hêza Pêşmerge operasyonek kir û çendîn tunelên DAIŞê hilweşandin

Hêza Pêşmerge operasyonek li navçeya Dawûde ya Germiyanê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Pêşmerge operasyonek li navçeya Dawûde ya Germiyanê kir û çend cihên veşartinê yên DAIŞê hilweşandin û dest danîn ser hejmarek çek û teqemeniyan.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, ji şeva borî û heta vê sibê, hêza Alonî ya ser bi Pêşmergeyên Kurdistanê ve, operasyonek li navçeya Dawûde li zincîreya çiyayên Kifrî û Xurmatû encam da.

Di wê derbarê de Efserekî Pêşmerge ji K24ê re got: “Ji duh êvarê ve bi piştevaniya Hevpeymanên Navdewletî me dest bi operasyonekê li gundên Zînane, Xare, Pelege û Qopelek kir û di operasyonê de me dest danî li ser çendîn cihên veşartinê yên DAIŞê.”

Got jî: “Zanyarî li cem Hêza Altonî hebû ku tevgera çekdarên DAIŞê li vê deverê heye. Me dest bi operasyonê kir û me çendîn cihên veşartinê û tunelên DAIŞê hilweşandin û me dest danî ser hejmarek çek û cebilxane.”

Destnîşan kir jî, “Ti rûbirûbûna rasterast di navbera me û çekdarên DAIŞê de rû neda. Tê pêşbînîkirin ku dema çekdarên DAIŞê zanî me dest bi operasyonê kiriye, cihên xwe hîştin û revaniyan.”