Li Herêma Kurdistanê 20 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2924 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2924 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2924 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 698 kes li Hewlêrê, 666 kes li Silêmaniyê, 1441 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê, 97 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1276 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 186 kes li Hewlêrê, 330 kes li Silêmaniyê, 720 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 34 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Amarên giştî:

Pêketin: 230263

Mirin: 4770

Başbûn: 198457

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.