Serokatiya Herêmê kuştina 7 endamên malbata Kurd şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa îro li Konya ya Tirkiyê li hember malbateke Kurd pêkhatî û 3 jê jin, bi giştî 7 kesên heman malbatê hatine qetil kirin şermezar kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa îro li Konya ya Tirkiyê li hember malbateke Kurd pêkhatî û 3 jê jin, bi giştî 7 kesên heman malbatê hatine qetil kirin şermezar kir.

Di peyama xwe ya li ser tora civakî ya twitterê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Êrîşa li ser malbata kurd a li Tirkiyê em şermezar dikin û hevxemiya xwe ji mirovên qurbaniyan re radigihînin. Kesên ku li pişt wî tawana hovane divê derkevin pêşberê yasayan.”

Duh li navçeya Meram a Konya ya Tirkiyê êrîşek nijadperestî li hember malbateke kurd pêkhat û ji heman malbatê 3 jê jin 7 kes hatin qetil kirin û piştre jî mal şewitandibûn.