Li Konyayê êrişî malbata Kurd kirin: 7 kes hatin kuştin

3 jê jin 7 kesan di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û êrîşkaran mal jî dan ber agir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Meram a Konya ya Tirkiyê malbata Kurd a ji Qersê ya Dedeogullari roja 12ê Gulanê rastî êrîşeke nijadperestî hatibû û heman malbat careke din rastî êrîşê hat û 3 jê jin 7 kesan di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û êrîşkaran mal jî dan ber agir.

Bûyer duh 30ê Tîrmehê 2021ê li cadeya Ozşahîn a taxa Hasankoy a navçeya Meram a Konyayê pêkhat. Grubekî ku berê xwe wek nijadperestên tirk dane nasandin ji malbatê re gotine; “Em ulkucî ango nijadperestên tirk in û em we li wan deveran nadin jiyandin” û êrîşî malbatê kirine û di wê êrîşê de 3 jê jin, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û piştre jî mal şewitandine. Piştî bûyerê wesayîtekî ku li cîhê bûyerê derketiye lêgerîna wê berdewam dike.

Parêzerê wê malbatê Abdurehman Karabulut li ser twitterê ragihand: “Kesên ketî û ne mirov malbata ku ez parêzerê wan bûm qetil kirin, me gelek caran hişyarî da. Lê 3 jê jin, bi giştî 7 kes qetil kirin.”

Hat ragihandin malbata Dedeogullari 24 sal e li Hasankoy dijîn û ên ku êrîş pêkanîne jî 15 sal in li heman taxê ne. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogullari.