Parlamentoya Kurdistanê: Daxwaz ji Iraqê dikin erkê xwe li hember komkujiya Şingalê cibicî bike

Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê di salvegera komkujiya Êzidiyan û dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê di salvegera komkujiya Êzidiyan û dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, peyamek belav kir û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir, erkê xwe yê yasayî û exlaqî li hember wê cibicî bike.

Peyama Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ragihand, “Roja 3ê Tebaxa 2014an, rojeje karesatbar û xemgîn e di dîroka xelkê Kurdistanê de, di wê rojê terorstên DAIŞê li ber çavê hemû cîhanê êrîşeke dirinde bi ser qezaya Şingalê û keç û jinên Kurdên Êzidî revandin û peya û ciwan jî bi xweşî binax kirin.”

Herwiha got: “Di dema ku wê roja reş bi bîr tînin, pêwîst e spasiya xweragirî û canfîdayîya Pêşmergeyên Kurdistanê yê qehreman û hevkariya welatên dost bikin ku rê neda tarîperestên DAIŞê zêdetir bi pêş ve bên û bikevin nava kûrahiya xaka Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên Kurdistan û navçeyê jî ji êrîşa reş a teroristan parast û efsaneya DAIŞê şikand.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina roja 3ê Tebaxa 2019an de, roja 3ê Tebaxa 2014an wek roja Komkujiya Êzidiyan diyar kir, ji bo ji aliyê yasayî ve zemînesazî bê kirin ji bo xelkê Şingalê û qurbaniyên wê tawana dirinde bêne qerebûkirin. Daxwaz jî ji Hikûmeta Iraqê dikin ku bi erkê xwe yê yasayî û exlaqî rabe û bi rê bide rêxistinên navdewletî û tîma taybet a Neteweyên Yekgirtî ji bo lêkolînkirina di tawanên DAIŞê de (UNITAD), ji bo wê tawanê belge bike û berpirsên wê tawanê bêne dadgehkirin û qurbanî bêne qerebûkirin û tevahiya wan tawankarên li dijî xelkê Herêma Kurdistanê hatine kirin, wek jenosayd binasin.”

Parlamentoya Kurdistanê got jî: “Di dawiyê de, Em bi rêz û hurmet serê xwe ji bo şehîd û qurbaniyên komkujiya Şingalê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Daxwazkar in bilez lêgerîn li kesên windayî bê kirin û çarenivîsa wan were diyarkirin û xelkê Şingalê vegerin ser cihên bav û bapîrên xwe.”