HSD: Li Eyn Îsayê 4 kes di êrîşeke artêşa Tirkiyê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – HSDê radigihîne, Tankên artêşa Tirkiyê ve gundên rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin û di encamê de 4 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê îro danê sibê bi tankan malên sivîlan li gundê Sefawiyê û Şirkrakê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê û nêzîkî riya M4ê topbaran kirin.

Diyar kir jî, di encama topbarana li ser gundê Sefewiyê de 4 kesên sivîl ji yek malbatê hatin kuştin û jinek û zaroka wê jî ji heman malbatê birîndar bûn, di nava kuştî û birîndaran de zarok jî hene.

Kesên hatine kuştin navên wan wiha ne: Zeyd Xelef Îsa (54 salî), Ziyad Zeyd Îsa (12 salî), Mine Zeyd Îsa, Huda Zeyd Îsa.

HSDê destnîşan kir jî, ji ber giraniya birînên wan her du birîndaran, ew ji bo nexweşxaneya Reqayê hatin veguhastin.