Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya Parlamentoyê ligel fermandarên çend mîhweran civiya
Hewlêr (K24) – Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand; bi mebesta ji nêz ve agahdarbûna rewşa mîhwerên hêzên Pêşmerge û lêkolîna kêşe û giriftên wan, serdana çend mîhwerên hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Duhokê kirin.
Lijneya Karûbarên Pêşmerge ji Serokê Lijneyê Rêving Hirorî, Cîgirê Serokê Lijneyê Usman Sêderî, Biryarderê Lijneyê Rizgar Mihemed û endamên lijneyê Ebûbekir Heledinî û Seîd Herkî pêk dihat.
Hat ragihandin ku lijneyê serdana mîhwerên Deşta Neynewa, Tilisqof, Naweran û Rojavayê Dîcleyê yên li sînorê parêzgeha Duhokê kirine û ligel fermandar û berpirsên wan mîhweran civiyane û rewşa mîhweran, kêşe û kêmasiyên wan gotûbêj kirine.
Şanda Lijneya Parlamentoyê diyar kiriye ku hewlên xwe ligel aliyên pêwendîdar ên li hikûmetê bidin ji bo çareserkirina kêşe û giriftên wan.