Blinken: Em ê ceza bidin Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; ew ê ceza bidin Îranê ji ber wê êrîşa ku li Kendavê bi ser keştiya petrolê de kiriye.
Antony Blinken di civîneke Encûmena Asayîşa Navdewletî de li ser asayîşa deryayî diyar kir: “Ew teqînên keştiya petrolê ya bazirganî ya Îsraîlê di dawiya meha borî de kirin armanc, nabe ji ceza derbas bibin û divê ewên ku vê êrîşê kirine werin cezakirin.”
Keştiya ku Antony Blinken behsa wê kir, roja 29ê Tîrmeha 2021ê li deryaya Uman êrîş bi ser wê de hate kirin û ji tîma keştiyê du kes hatin kuştin, ku yek ji wan Brîtanî û yê duyem Romanî bû.
Îran red dike ku destê wê di vê êrîşê de hebe û hişyarî dide ku welatên rojava vê mijarê ji bo dijayetiya Îranê bi kar tînin.
Îsraîl, Brîtanya û Amerîka derbarê êrîşê de Îranê tohmetbar dikin û Tehran jî van tohmetan red dike.