Li Qamişlo otomobîlek rastî êrîşê hat

Li ser rêya Elî Fero ya di navbera rêya M4 û bajarê Qamişlo de, otomobîlek rastî êrişê hat.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser rêya Elî Fero ya di navbera rêya M4 û bajarê Qamişlo de, otomobîlek rastî êrişê hat.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandiye îro roja pênceşmê li ser rêya Elî Fero ya di navbera rêya M4 û bajarê Qamişlo de ye êrîş li dijî otomobîlekê pêk hatiye.

Herwiha li gor zanyariyan ew otomobîla sivîlan bûye û heta niha çi encamên wê êrîşê nayên zanîn.

Cihê behsê ye ku duh jî di encama êrîşên hêzên Tirkiyê li ser gundewarên Hesekê de, 14 kesên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû; artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, duh gundên ser bi Til Temir û Zirganê ve topbaran kirine.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama topbaranê de jinek û zaroka wê hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hebûn.