Îlham Ehmed: Ji bo yekxistina opozîsyonê me bang li Îtîlafê kiriye

Seroka Encûmena Cibicîkar a MSD Îlham Ehmed radigihîne, MSD ji bo yekxistina Opozîsyona Sûriyê, bang li Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê kiriye.
Seroka Encûmena Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed - Arşîv
Seroka Encûmena Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Encûmena Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed radigihîne, hebûna Amerîka li Sûriyê gerentiyê dide ji bo gihîştina hevtêgihîştinên siyasî û diyar kir jî, MSD ji bo yekxistina Opozîsyona Sûriyê, bang li Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê kiriye.

Seroka Encûmena Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed di hevpeyvîneke bi rojnameya “Şerq El-Ewset” re ragihand, wê ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Ameîrka bo Karûbarê Rojhilatê Nêzîk Joey Hood re gotiye ku hebûna Amerîka li Sûriyê gerentiyê dide ji bo gihîştina hevtêgihîştinên siyasî.

Îlham Ehmed diyar kir jî, Hood tekez kir ku Washington dê hêzên wan li rojhilatê çemê Ferêt bimînin, ji bo ku alîkariya Sûriyan bikin da ku li gor biryara navdewletî (2254) bigihin hevtêgihîştinên siyasî.

Îlham Ehmed da zanîn jî, wê ji Hood re gotiye, dema gerentîkarê Amerîkî ji Sûriyê vekişe, dê metirsî li ser pêşeroja Sûriyê hebe.

Herwiha diyar kir, wan wek MSDê Hood agahdar kirine, “Dema Amerîka biryara vekişîna ji Sûriyê bide, divê di çarçoveyeke demî û planeke baş lêkolînkirî de be û em jî gihîştibin çareseriyên siyasî û hevtêgihîştinan li ser çarenivîsa herêmê.”

Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de ragihand, wan pêşniyaz kiriye kongreyeke giştî ji hemû aliyên opozîsyonê re were girêdan, da ku bigihin çarçoveyeke hevnêrîn ji bo rûbirûyî siyasetên rejîmê bibin û çareseriyek siyasî ferz bikin.”

Herwiha got: “Em dixwazin pêwendiyê bi xelkê Idlib û parêzgehên hundirê Sûriyê wek Şam, Humis, Hema û Quneytere re bikin û ji wan re bibêjin ku em aştiyê dixwazin û dixwazin bigihin çareseriyên siyasî.”

Seroka Encûmena Cibicîkar a MSDê bang li Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê “Îtîlaf” û Desteya Danûstandinan jî kir, da ku ew jî bikevin nav hewildan û xebatên ji bo yekxistina rêzên opozîsyonê û avakirina statuyeke siyasî ku nûnertiya hemû aliyan bike.