Borrell: Yekîtiya Ewropa piştevaniya Herêma Kurdistanê dike

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa amadebûna Yekîtiya Ewropa ji bo piştgirî û alîkariya zêdetir ji Herêma Kurdistanê re nîşan da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell - Hewlêr 7/9/2021
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell - Hewlêr 7/9/2021

Hewlêr (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell amadebûna Yekîtiya Ewropa ji bo piştgirî û alîkariya zêdetir ji Herêma Kurdistanê re nîşan da, ta ku bikaribe rûbirûyê kêşeyan bibe.

Piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê re, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell di konferanseke rojnamevanî de armanca serdana xwe ji bo Hewlêrê aşkere kir û ragihand, ew hatiye ta piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji Herêma Kurdistanê re nîşan bide.

Borrell rola gel û desthilatên Kurdistanê û hevkariya wan bi Hevpeymaniya Navdewletî re re ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorîst DAIŞê bilind nirxand. Herwiha got jî: “Em bi kar û hevkariya bi hevpeymaniyê re dilsoz in, ji ber DAIŞ hîn têk neçûye, mixabin.”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa pesnê desthilatdarên Kerêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina hejmareke mezin ji Kirîstiyan û Êzîdiyan da.

Li ser asta navxweyî ya raqê, Borrell bang li desthilatdarên Kurdistanê kir ku li ser başkirina pêwendiyên xwe bi Bexdayê re kar bikin, herwiha amadebûna Yekîtiya Ewropî ji bo hevkariya di vî warî de nîşan da.

Di vê derbarê de, çavdêrê siyasî yê Kurd Kerîma Kawe ji K24ê re got: “Kurd yek ji çar netewên Rojhilata Navîn e û pêgeh û rola wê heye. Hatina Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa bo Kurdistanê, belgeyek e ku serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê kariye ku rol û giraniya pêgeha Herêma Kurdistanê û pêwendiyên wê yên dîplomasî hebe.”

Herwiha Pisporê zanistên siyasî Karox Nûredîn jî got: “Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî ve, vegeriya qonaxa berî sala 2017an, bê pêgeha Herêma Kurdistanê, ti welatekî herêmî yan navdewletî nikare ecindeyên xwe yên siyasî li herêmê cibicî bikin.”