Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Li Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û li gor zanyariyên destpêkê kesek hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û li gor zanyariyên destpêkê kesek hat kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bombeyek li taxa Kenaês ya Serê Kaniyê teqiya û di encamê de kesek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Rewangehê diyar kir, kesê di teqînê de canê xwe ji dest daye, bi regeza Iraqî ye.

Ji dema dagîrkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye, gelek caran jî teqîn rû didin û di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.