Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Londonê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Londonê û biryar e bi Serokwezîrê Brîtanya û wezîrên derve û berevaniyê yên wî welatî re bicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Londonê û biryar e bi Serokwezîrê Brîtanya û wezîrên derve û berevaniyê yên wî welatî re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15. 9. 2021ê bi serdaneke fermî gihîşt Londonê Paytexta Şahnişîna Yekgirtî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe de li bi Serokwezîr Boris Johnson, wezîrên Derve û Berevanî û berpirsên din ên Brîtanyayê re dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê bi berpirsên Birîtanyayê re, pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, şerê dijî terorê, rewş û aramiya Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo dike.