Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamî

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahiya salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahiya salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê kir û ragihand; damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengaveke girîng bû ber bi bihêztirkirina rola mamostayan û kesayetiyên mezin ên olî ya bihêzkirina bingehên dîndarî.

Serok Barzanî herwiha destnîşan kir; rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî gelek bi bilind dinirxînim ku ji wê dema teror gefeke mezine li asta navçeyî û cîhanî da bi hîkmet û şarezayiya wan li bingeha pîrozên olî sedemeke bihêz bûne ji bo wê yekê ku hizra tundî û terorê nikarê li nav gelê me cîh û pêgeha xwe veke.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta pêncî û yekemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî mamostayan û zanayên mezinên ola Îslamiya Kurdistanê û Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengaveke girîng bû ber bi bihêztirkirina rola mamostayan û kesayetiyên mezin ên olî ya bihêzkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û belavkirina çanda pêkvejiyanê û mirovdostî û herwiha hişyarkirina welatiyên li hemû navçe û bajar û gundên Kurdistanê.

Heman demê de jî mamostayan û zanayên ola Îslamiya Kurdistanê di qonaxa xebat û şoreşê de roleke ber bi çav hebû li bilindkirina hişyariya neteweyî ya xelk û nasandina mafan û redkirina zulm û bindestiyê.

Herwiha rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî gelek bi bilind dinirxînim ku ji wê dema teror gefeke mezine li asta navçeyî û cîhanî da bi hîkmet û şarezayiya wan li bingeha pîrozên olî sedemeke bihêz bûne ji bo wê yekê ku hizra tundî û terorê nikarê li nav gelê me cîh û pêgeha xwe veke.

Bi helkefta vê bîranîna girîng hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek be.

Mesûd Barzanî

21.09.2021