Çavdêrên Ewropî: Hilbijartinan ji aliyê teknîkî ve baş derbas bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa a Çavdêrîkirina Hilbijartinên Iraqê Viola Von Cramon ragihand, proseya hilbijartinan ji aliyê teknîkî ve, bi awayekî baş derbas bû.

Viola Von Cramon li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de raporta nirxandinê ya tîma çavdêrên Yekîtiya Ewropa pêşkêş kir û diyar kir, heyama bangeşeya hilbijartinan bi awayekî aram derbas bû û hin binpêkirinên biçûk di proseyê de rû dan.

Cramon diyar kir, dengdêrê Iraqî dengê xwe bi azadî daye. Tekez kir jî, tîmê çavdêran di proseya hilbijartinê de binpêkirinên mezin nedîtin.

Got jî, piştî amadekirina raporekê li ser proseya hilbijartinan û radestkirina wê ji rayedarên pêwendîdar re, dê erkê tîma çavdêriyê bi dawî bibe.

Wê tekez kir, tevî hebûna têbîniyên aliyên siyasî li ser encaman û asta kêm a beşdariya di proseya dengdanê de, proseya hilbijartinê bi awayekî baş derbas bû.