Hêzên Iraqê ji taxên Kurdan ên Kerkûkê vekişiyan

Piştî ku şeva borî gelek hêz li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatin bicihkirin û zêdetirî 50 welatiyên Kurd desteser kirin, bi hewldanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ew hêz ji taxên Kurdan hatin vekişandin.
Dema vekişîna hêzên Iraqê ji taxên Kurdan ên bajarê Kerkûkê, wêne: K24
Dema vekişîna hêzên Iraqê ji taxên Kurdan ên bajarê Kerkûkê, wêne: K24

Kerkûk (K24) – Piştî ku şeva borî gelek hêz li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatin bicihkirin û zêdetirî 50 welatiyên Kurd desteser kirin, bi hewldanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ew hêz ji taxên Kurdan hatin vekişandin.

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di pêwendiyeke telefonî de li ser rewşa bajarê Kerkûkê gotûbêj kirin, ku piştî serkeftina proseya hilbijartinan, ji aliyê hinek kesan ve, hewla çêkirina tevliheviyê hat dayîn, da ku serkeftina proseya dengdanê xera bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku nabe rê bi kes û aliyekî were dayîn ku alozî û tevliheviyê bikin û ziyanê bigihînin malê xelkê û avahiyên giştî, ji ber wê pêwîst e di zûtirîn dem de, ev rewşa ewlehiyê ya nexwastî li Kerkûkê bi dawî were. Herwiha Serokwezîrê Federalî biryar da hemû girtiyên Kerkûkê werin azadkirin.